Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefa tolhildanê ji berpirsêkê berê yê dewleta “Trump”ê dixwe

11:47 - 27 Kanûna Paşîn 2022

Rejîma Îranê gefa tolhildana kuştina fermandê terorîst “Qasim Silêmanî” ji Nûnerê berê yê Amerîkayê bo kar û barên Îranê dixwe.

“‎Washington Free Beacon‎" di raporekê de belav kiriye ku Wezareta Derwe ya Amerîkayê di nirxandinekê neragihandî de bi kongireya wî welatî ragihandiye ku rejîma Îranê gefên micid li derheq tolhildana kuştina pastarê Terorîst “Qasim Silêmanî” ji Nûnerê Berê yê Amerîkarê di kar û barên Îranê “‎Birayan Hook‎" dixwe.

di nirxandinên Wezareta Karûbarên Derwe ya Amerîkayê de, tu îşareyek bi navên aliyên wan gefanxwarinan nehatiye kirin, tenê ev weke hêzeke derwe an jî wezîfedarên hêzeke derwe daye naskirin.

Karbidestên paye bilind yên Rejîma Îranê heya niha çendîn caran basa tolhildana kuştina “Qasim Silêmaniyê” terorîst ji berpirsên dewleta berê ya “Trump” kirine.

Her di wê derheqê de“Husên Mûsewiyan  dîplomatê berê yê rejîma Îranê û hevkarê zanîngeha “Pirînistûn”di belge fîlmekê de bi şanazî ve basa nîgeraniya malbata “Brayan Hook” li derheq kuştina wî ji aliyê rejîma Îranê ve dike, lewma ew karê “Husên Mûsewiyan” bertekên cuda lipeyxwe ve anî û çalkvanên siyasî yên Amerîka daxwaza qutkirina hevkariyê wî digel zanîngeha “Pirînistûn” kirine.