Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefa vekişiyana li Bercamê dixwe

13:27 - 25 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê rastî tengahiyan hatiye û gefa vekişiyana li Bercamê ji welatên Ewropay dixwe.

Roja Pêncşemî, 23`ê Gulana 2019`an, Husên Emîr Ebdulahiyan alîkarê taybet yê serokê mecilisa rejîma Îran û beripirsê giştî yê di karûbarên meclisa şêvra Îslamî, di civîna digel berpisên siyasî yê Wezareta Derve yê Almaniyayê, gef ji welatên Ewropayê xwer û hekî ev soz û qewlên xwe yên derheq vê lihevkirina Bercamê de cîbicî nekin, wê rejîma Îranê li Lihevkirina navikî vekişe.

Di vê civînê de, berpirsê siyastên Derve yê Almaniyayê “Yênîs Pilutênr” derheq berxwedaniya lihevkirina Bercam û berdewamkirina dîplomasiyên dinavbera rejîma Îran û Amerîka û Ewropayê de tekezkir ku gotûbêjkirin rêçareya çareserkirina pirsgirikên niha yên herêmê ne.

“Yênîs Pilutênr” ku bo navberçîtiyê serdana Tehranê kiriye, û her di vê pêwendiyê de jî digel Îraqçî civiya.

Piştî vekişiyana Amerîkayê li lihevkirina navikî ya Bercamê ya digel rejîma Îranê, û çalakkirina baykutên aborî li dijî vê rejîmê, û herwisa baykutkirina hin beripirs û navendên vê rejîma dirinde, û niha berpirsên rejîmê rastî tengahiyan hatiye û niha dixwaze gef xwarina vekişiyana li hevkirina Bercam û êrîşkirina li ser gemiyên neftê yên li Bendera El Fecîre ya Îmaratê, bi wî rengî xwe ji van tengahiyan rizigar bike.