Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îrane gefan ji malbatên Pêşmergeyan dixwe

17:53 - 24 Şibat 2019

Kurdistanmedia: Navendên îtila`ata rejîma Îranê, gefan ji malbatên Pêşmergeyan dixwe.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, berpirsên navendên îtila`ata rejîma Îranê, di Kurdistana Rojhelatê de, gefan ji malbatên Pêşmergeyan dixwen û ji van dixwazin daku, nasname û belgeyên nasnameyên zarokên xwe radestî  wan navendan bikin.

Nûçegihanê Kurdistanmedia ragehand, îtila`ata Spaha Pasdaran li bajarê Urmiyê, serdana malbatên pêşmergeyandikin, û herwisa ji riya telefonê wan agehdar dikine, daku nasnameyên zarokên xwe yên ku di nava refên Hizbên siyasî de pêşmergene, radestî wan bikin.

Îdareya îtila`ata rejîma Îranê berdewam malbatên pêşmergeyan dixîne bin givaşan de, û ji wan re dibêjin zarokên we dibe dev ji pêşmergebûnê berdin û gellek caran jî, dayîk û bavên pêşmergeyan bo îdareya îtila`atê  gazîdikin, û wir ev rastî gevaşên îtila`atê dibin.

Navendên ewlehiyê yên rejîma Îranê li Kurdistanê, bi hemû awayekî bo encamdana kiryarên dijî mirovî lidijî Kurdan destê van vekiriye, tevî wê ku malbat û kesûkarên pêşmergeyan û girtiyên siyasî bo wê navendê gazî dikin, gellek caran jî bi awayî fermî malbatên pêşmergeyan gazî dikin daku, zarokên xwe bînin û di vê derheqê de ji wan re dibêjin her tiştek biqewme berpirsayetiya wan bistûyî we bixwe ye.