
Rejîma Îranê û hêzên girêdayê rejîma Îranê li derveyî Îranê, bi tekezî û micidî gefan li Amerîkayê dikin û îdia dikin ku dê derbên giran bi Amerîkayê bidin û Amerîkayê jî ser wan gefan bertek hebûne.
“Elî Xamineyî” jî gotibû ku heta niha Amerîkayê 2 sîle xwarin e ku yek rêûresma çalkirina Qasim Silêmanî û ya 2ê lêdana binkeya “Eyn El-Esed” bû, û 2 sîleyên din yek niha bi rê ve diçe û ew şikesta nerme alavên Amerîkayê di deverê deye û sîleya dawî ewe ku Amerîkayê ji deverê derxînin û ew bi tenê sîle ne û tolhildana dijvar li cihê xwe ye ku dê ji kesên biryarder û biker bê hildan ku dem û cora tolhildanê dê pêka rewşê be.
Herwisa Cihgirê Fermandeyê Spaha Quds a girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst ragihandiye ku Amerîka dê 2 sîleyên dinê bixwe.
Pêka ragihandina malpera “Îran Vayêr”, belgeyek li ber dest heye ku dide xuyakirin, pilanek heye ku binkeya leşkerî ya Amerîkayê li balafirxaneya navnetewî ya bajarê Bexdayê, dê bibe amrmanca mûşekan.
Herwisa pêka belgeya navbirî, hin kesên neyasayî armanc hene ku li 3ê January 2021, hevdem digel salvegera kuştina Qasim Silêmaniyê terorêst û “Ebû Mehdî El-Muhendis” dest bi êrîşa mûşekî bikin.
Piştî gefên Îranê û berteka dijvar a berpirsên Amerîkayê, pêka çavkaniyên navnetewî, rejîma Îranê ji tirsa êrîşên Amerîka sîstema berevaniya esmaniya xwe bihêztir dike û hişdarî bi “Donald Trump” dane ku dikare şerekî dijvartir ji şerê Îraqê destpê bike.