Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gefê ji Amerîkayê dixwe

12:19 - 14 Hezîran 2020

Rejîma Îranê dibêje, hekî Amerîka pirsgirêkan bo neftkêşên Îranê çêbike, Îran dê li kendavê gemiyên Amerîkayê bike armanc.

Gorî rapora Royîtêrzê, roja şemî 13 ê`Hezîranê, rejîma Îranê gef xwariye ku hekî hêzên Amerîkayê li ser rêya hinartina neftkêşên Îranê bo Vênêzoêlayê pirsgirêkan çêkin û tedexulê bikin, hêzên Deryayî yên Îranê dê ser avên kendavê, êrîşê bikine ser gemiyên ticarî yên Amerîkayê û ji nav bibin.

Rejîma Îranê di demekê de ku di bin dorpêçan de ye û nikare nefta xwe bifiroşe, di meha derbasbûyî de bi bê guhdan bi dorpêçan, çendîn neftkêşên xwe yên tejî neft hinartin bo Vênêzoêlayê.

Çend roj berî hingê jî hate ragihandin, ku Vênêzoêlayê 9 ton şimşê zêr hinartiye bo Îranê ku tête gotin bi cihê diravê Îranê bûye.

Amerîka hinartina neftê bo Vênêzoêlayê ji aliyê Îranê ve, bi awayekê dorlêdana dorpêçan dizane, û ragihandiye ku niha pêde nahêle rejîma Îranê herwisa bi keyfa xwe dorpêçan bin pê bike.

Lewma bi berçavgirtina gefên herdu aliyan, hegera rûbirûbûnê heye.