Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gemiyeke neftkêş li Deryaya Emmanê zewt kiriye

13:16 - 4 Tebax 2021

Hêzên girêdayê rejîma Îranê di deryaya “Emman”ê de gemiyeke neftkêş zewt kirine, lê berpirsên rejîma Îranê gotine ku ew nûçeye cihê şik û gumanê ye.

Nûçegihaniya “Reuters”ê ragihandiye: “Roja Sêşemî 3ê Tebaxê, piştî vê yekê ku saziyeke girêdayê Hêza Deryayiya Birîtaniyayê bas ji rengehiya revandina gemiyekê di deryaya Emmanê de kiriye û 3 çavkaniyên ewlehiya deryayî bi nûçegihaniya “Reuters”ê ragihandine:  “Hêzên girêdayê Îranê gemiyeke neftkêş li qiraxava Îmaratê di deryaya Emmanê de zewt kirine.

Pêka gotina nûçegihaniya “Reuters”ê gemiyeke hilgirê asfalt û qîrê ya bi navê “Asfalt Princess” bi alaya welatê Panamayê li dema çûn ber bi geviya “Hormoz”ê ve, hatiye zewtkirin.

Saziya Operasiyonên Bazirganî ya Deryayiya Birîtaniyayê, ragihandiye: “Li roja Sêşemî, 3ê Tebaxê, gemiyek li avên nêzî qiraxava “Fecîre” ya Îmaratê di deryaya Emmanê de rastî bûyerê hatiye û renge bi barimte hatibe girtin”.

Herwisa hatiye ragihandin ku nêzî qiraxava “Fecîre”ya Îmaratê, 4 gemiyên din hevdem rewşa xwe bi awarte ragihandine û gotine ku sîstemên gemeniyên wan bi sedemên ne xuya ji kontrolê derketine.

Rejîma Îranê di vê derheqê de gotiye: “Ew nûçe cihê şik û gumanê ne û ew şerê psîkolojîkî ye û armancên siyasî di pişt wan nûçeyan de hene.