Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê, givaşa zêdetir dêxe ser malbatên Pêşmergên Kurdistan ê

14:03 - 17 Gulan 2020

Rejîma Îranê, ji rêya binke û navendên ewlehiyê ve, givaş xistiye ser malbatên “Pêşmergê Kurdistan”ê û daxwazê ji wan dike ku dibe zaniyariyên taybet bi kur û keçên wan yên pêşmerge û herwisa zaniyariyên derheq xizim û kesên wan, bidne îdareya Îtila`atê.

Çend rojan berî niha, îdareya Îtila`ata bajarê Merîwanê, malbatên pêşmergeyan gazî kirne û bi gef û tirslêdanê, zaniyariyên taybet bi xizim û kesûkar, nasiyar, cînar û jimare telefona wan wergirtine.

Herwisa, rejîmê daxwaz ji wan malbatan kiriye ku, dibe keç û kurên xwe yên pêşmerge, bînin û teslîmî rejîma Îranê bikin.

Îdareya Îtila`ata rejîma Îranê, di piraniya bajarên Kurdistanê de, givaş xistiye ser malbatên pêşmergeyan û tevî wergirtina jimare telefon û zaniyariyên taybet yên pêşmergeyan, daxwaz kirine ku bi hêceta serdana kur û keçên xwe, dibe sîxuriyê bo rejîmê bikin.

Yek ji siyasetên rejîma Îslamiya Îranê, givaşxistin li ser malbatên pêşmergeyan û banhêjkirina wan malbatan, armanca wan afirandina şerê derûnî ye.