Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê givaşê dêxe ser xwedî terêşên devera mirgewer

13:05 - 22 Tebax 2020

Îdareya Giştî a “Çavkaniyên Sirûştî û Çavkaniyên Av” a parêzgeha “Urmiyê” ragihandiye ku, roja 21ê Tebaxê, dawî roja mana yasayî ya xwedî terşan li çiyayan di devera mirgewer deye, û dibe pezê xwe bînine xwarê.

Roja Înê, 21ê tebaxê, Îdareya Giştî a “Çavkaniyên Sirûştî û Çavkaniyên Av” a parêzgeha “Urmiyê”, ragihandiye ku, roja 1399/5/31 anku 21ê tebaxê dawîroja mana xwediyê terşan yên devera “Mirgewer”e daku ji Çiya bêne xwarê, û dibe di wê rojê de, bi xwe û terşên xwe çiyayan berdin û bêne deştan û gef xwarine ku, hekî li wir bimînin, terşên wan wekî terşên qaçax dê bêne zevtkirin.

Berpirsên rejimê bi hêceta ku rejîm sirûştê diparêze biryarekî wiha dane lê hêj dema hatina xwarê ya wan xwedî terşan pêka salên berê, nehatiye û dibe heya demsala Payîzê di wir de bimînin.

Bi wî awayî, rejîm dixwaze xwedî terşan ji çiyayan dûr bêxe û kontrola li ser çiyayan zêdetir bike.

Çend rojan berî niha, xwedî terş di bajarên “Serdeşt û Şino”yê jî, rastî gefa berpirsên rejîmê hatibûn ku, nabe êdî nêzî çiyayan bikevin, hekî ne terşên wan, wekî qaçax dê bêne zewtkirin.