
Rejîma Îranê bi banghêjkirina malbatên pêşmergeyan bo nevendên ewlehiyê û gefxwarin li wan, givaşek zêde xistiye ser wan malbatan.
Pêka nûçeyên gehiştî bi malpera “Kurdistanmediya”yê, di heyama wan çend rojên derbasbûyî de rejîma Îranê di bajar û deverên cuda yên Rojhelatê Kurdistanê wekî bajarê Bane ,Şino, Pîranşar û devera Mirgewer a ser bi bajarê Urmiyê , givaşek zêde xistine ser malbatên pêşmergeyan û bi banghêjkirina wan malbatan bo navendên ewlehyî û tevî gefxwarin li wan malbatan gotine ku divê keç û kurên wan ên di refên hêza Pêşmergê Kurdistanê de bi cih bihêlin û dest ji pêşmergetiyê berdin û herwisa gef ji wan malbatan xwerine ku nahêlin çavê wan bi keç û kurên wan bikeve.
Rejîma Îranê heyama 4 dehikane ku bi hemû awayekê êrîş dike ser hêza pêşmerge û malbatên wan û bi hemû hêz û şiyana xwe û bi pîlan û kiriyarên gemar û terorîstî û bi rêya êrîşkirin bi alavên şer ên wekî dironan û topbaranan, hêza pêşmerge dike armanc lê ti yek ji wan kiriyarên rejîme nikarê pêşmerge ji xebatê rawestîne û herwisa nikare rêgirî ji tevlîbûna keç û kurên rizgarîxwaz ên Rojhilatê Kurdistanê bi refên hêzên pêşmerge bike û her roj çeperên pêşmerge avedantir ji caran dibin.