
Rejîma Îranê di parêzgeha Îlamê de ragihandiye ku, çûna bo zozanan wekî salên berê qedexe ye û niha dibe bi maşînan wan Pez û terşê xwe veguhazin.
Koçerên parêzgeha Îlamê ku her salê ji deverên gerim ber bi zozanên çiyayên bilind ve bi rê dikevin, îsal rejîma Îranê şêwaza berê ya çûn bo zozanan qedexe kiriye û ragihandiye ku dibe bi mifahvergirtin ji maşînên barhilgir, Pezê xwe veguhazin.
Li wê derheqê de, Berpirsê giştî yên karobarê eşayir yê rejîmê, “Ferşad Yasemî” daye zanîn ku: “Çûn bo zozanan bi şêwaza berê qedexe ye û rêgrî ji wan xudan terşan dike ku bi şêwaza berê diçne zozanan.
Herwisa wî berpirsê rejîmê daye zanîn ku ew biryar bi hemû koçerên ku diçne zozanên Îlamê, hatiye ragihandin.
Hemû salan, koçerên devera Îlamê di dema taybet bi xwede, zêdetir ber bi zozanan li çiyayên, “Kebîr Kûh, Dînar Kûh, Sêwan, Manêşt, Qilareng, Şarezol, Dalaw” ê ve diçin lê rejîma Îranê tenê îznê dide wan koçeran ku bi maşînan ber bi wan zozanan ve herîn.
Pêka amarên rejîmê, 9 hezar û 736 malbatên kûçerî di parêzgeha Îlamê de hene ku nifûsa wan zêdetir ji 60 hezar kesî ye.
Li wê derheqê de, roja Çarşemî, 17ê Adarê, rejîma Îranê li Mîravê a girêdayê bajarê Şinoyê, di çiyayê “Şetre”yê de, 200 Pezê koçeran zewt kirine, rejîma Îranê wî Pezî di bazaran de difroşe.