Di rojên derbasbûyî de Wezîrê Derve yê Îraqê ragihandibû ku dora sêyem a gtûtû-bêjên di navbera Îran û Erebistanê de li roja Çarşemî 25ê Reşemê dê bi rê ve here.
Tevî diyarîkirina wê rojê bi gotûbêjan, rejîma Îranê bi yekalî û bi çêwazek demkî gotûbêj ragirt.
Çend rojan berî niha Wezêrê Derve yê Erebistanê “Adil El-Cubeyr” ragihandibû ku doreya pêncem a gotûbêjan digel Îranê dê bi rê ve here.
Rejîma Îranê heta niha demek diyarîkirî bo lipeykevtin bo gotûbêjan digel Erebistanê diyarî nekiriye lê beşek ji nûçeyên nefermî bas ji vê yekê dikin ku roja Çarşemî 25ê Reşemê bo lidarxistina dora pêncem a gotûbêjan di navbera wan du welatan de diyarî kiriye.