Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê gundê Abpede li Luristanê kavil dike

12:59 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Gundê “Abpede” ê girêdayê bajarê “Polduxter” li parêzgeha Luristanê ji aliyê rejîma Îranê ve biryar li ser hatiye dan ku bi hêceta hatina penguran ji çiyayên nêz, dibe ew gund bê çolkirin.

Karbidestên rejîmê li bajarê “Polduxter”ê ragihandine ku bi sedema wê yekê ku gundê “Abpede” di cihekî metirsîdar de ye û renge di dema hatina penguran de zirar bi xelkê wî gundî bikeve, me biryar daye ku wî gundî veguhazin.

Ew biryara rejîma Îranê bi tenê hêcetek e ku bikarin wî gundî veguhazin û armanc wan têkdana cugrafiya wê parêzgehê ye.

Pêka hin zanyariyan ew gund ji aliyê kangeh û çavkaniyên surûştî ve dewlemend e û biryara rejîmê bi tenê hêcetek e ku wî gundî kavil bikin.

Di parêzgeha “Luristan”ê de 18 kangeh hene ku yên herî girîng, kangeha kevirên “ciwankarî, çînî, gewher û giranît” in.

Hevdem li bajarê Polduxterê de jî kangehên “qîra surûştî, talk, gec û kerbûnata kelsiyom”ê hene.

Di gundê Abpedê de 30 malbat dijîn ku li 50 KMiya devera “Me`imûlan”ê de cih girtiye.