Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hejmarek ji xaniyên xelkê Belûç herifandin

11:29 - 11 Kanûna Paşîn 2021

Rejîma Îranê bi hêcetên cudacuda, xaniyên xelkê Belûç Li parêzgeha Sîstan û Belûşistanê bi loderan dihiloşîne û ew xelk ku bi salane li ser wî erdê xwe dijîn, rastî pirsgirêkan kirine.

Roja Yekşemî 10ê Kanûna Paşîn, rejîma Îranê li bajarê Zahidan a parêzgeha “Sîstan û Belûçistan”ê, bi loderan xaniyên xelkê hiloşandin, xelkê niştecîyê wê devera bajarê Zahidanê, bi 100an sale ku li ser erdê xwe dijîn.

Rejîma Îranê bi hêcetên cuda xaniyên xelkê belûç diherifîne û ji nav dibe û wan perîşan û derbider dike ku rastî pirsgirêkên micid dibin, bi taybet di demsala sir û sermayê de renge rastî xisarên bê veger jî bibin.

Kawilkirina gundan ji aliyê rejîma Îranê ve li nawçên netewên bê maf de, bi armancên cuda têne kirin, bi taybet bi armancên siyasî kawilkirina gundan, bi awayên cuda hatine kirin.