Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewl dide ku xelkê ji wergirtina Yaranê poşman bike

20:01 - 12 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Berpirsên rejîma Îranê bi îdarên dewletî ragihandine ku bi her awayekeê dibe piraniya xelkê ji wergirtina Yaranê poşman bike.

Li gor rapora Kurdistanmedia, rewşa nebaş a Îranê û bilindbûna nirxa helawastina (Jihelçûna) abûrî û di encam de kêmanîna mûçeya sala 1393’an a Rojî ji ber danîna Yarana hemwelatiyan, rejîma Îslamî ya Îranê naçar maye bi rêkxistina piropagendên berbilav bi hêceta poşmankirina xelkê Kurdistanê ji wan mafên destpêkî.
Yek ji piropagende û teblîxatên rejîm ku bi awayeke berbilav di medyayên rejîm de çalakî bo tên kirin, dest kişandina berpirsan weke fermandar û ostandarî (parêzgeh) ji wergirtina Yaranan, lê hemwelatiyên rûniştî yên Dîwanderê û nêzîk ji wan berpirsame, bi nûçegihaniya “Kurdistanmedia”ê ragihand: “Tu berpirsekî rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Dîwandere ji wergirtina Yarana xwe poşman nebûne û ewa jî tenê piropagendên rejîm e ji ber dest kişandina xelkê ji wergirtina ew qas dirave ku heyvane bi xelkê didin”.

Hemwelatiyê han ewa jî anî ser ziman û got: Rejîm Îslamî ya Îranê bi piropagendên medyayî ranawestin û bi rêkirina name bo hemû fermandar û ostandar û bexşdar û dêhyarên Kurdistanê daxwaz ji hemwelatiyan kirine ku ji wergirtina diravê Yaranê poşman bibin.

Daxwaza rejîm ji xelkê di demekê de ye ku di namê de soza xizmetguzariyên din weke hêsankirina rewşa xizmeguzarî û dabînkirina dermanên zaftir bi hevwelatiyan dane.