Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla avakirina sîstemekê bo berhemanîna çeka navkî daye

12:39 - 28 Çirriya paşîn 2021

Berpirsê berê yê Saziya Vizeya Navkiya Îranê “Fireydûn Ebbasî Dewanî” îtiraf kiriye ku berwajiyên  gotinên Elî Xamineyî, “Muhsin Fexrîzade hewla çêkirina sîstemek bo berhemanîna çeka navkî daye.

Binav nûnerê meclîsa rejîma Îranê û berpirsê berê yê Saziya Vizeya Navkiya Îranê “Fireydûn ebbasî Dewanî” di salvegera kuştina “Muhsin Fexrîzade” de gotiye: “Ew(Muhsin Fexrîzade) tevî Fitwaya Elî Xamineyê li derheq bi herambûna berhemanîn, ragirtin û bikaranîna çeka navkî, bo berhemanîna wê çekê, sîstemek ava kiriye”.

Wî berpirsê rejîmê li ser wê sîstemê ku ew sîstem çawa bûye û hêj ew sîstem heye an ne, ti zaniyariyeke zêdetir neday.

rejîma Îranê ku siloganên rengawreng ên Olî wekî herambûna tundûtîjî û çeka navkî dide, bi hemû şiyan û hêza xwe xelkê bi dirindetirîn şêwazê serkut dike û hewla berhemanîna çeka navkî dide û berhemanîna Uraniyoma filizî û meyandina Uraniyomê bi tîratiya %60 bi tenê bi armanca berhemanîna çeka navkî ye.

Rejîma Îranê tevî hemû huşdarîdanên navnetewî bo ragirtina meyandina zêdetir a Uraniyomê û hewldan bo berhemanîna çeka navkî, hewlên zêdetir û micidtir daye.