Rejîma Îranê bi hewlên wekî dana şewat bo ajotvanan û xistina givaş li ser wan, hewla jirêderxistina wan xwenîşandanên nerizayetiyê dide.
Berpirsên rejîma Îranê bona xwederbaskirin ji kirîza nerizayetiya xelkê bi taybet karlêkeriya xwenîşandan, hewlên wekî sozdanên çewt, dana şewat bi ajotvanên nerazî û xistina givaş li ser ajotvanên dinê bona destkêşandina wan li xwenîşandanan bi rê ve dibe.
Herwisa berpirsên rejîmê givaş xistine ser ajotvanên ku li Eselûyê kar dikin ku dibe herî kêm 10 barên şewatê bo qiraxava “Eselûyê” bê beranber veguhazin an herî kêm heyamê 10 rojan li sefa vergirtina şewatê de bimînin.
Mangirtina kasibkar û bazariyên bajarê “Genavê” bona nîşandana nerizayetiya xwe li hember kuştina ciwanekî xelkê “Dêylem”ê bi navê “Îsmaîl Husêynî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate lidarxistin.
Herwisa berfirehtirîn mangirtina kedkarên beşa vize, tevî hemû givaşên ewlehiyê berdewam e û berfirehtir dibe.
Xwenîşandanên mamostayan, pizîşk û xwedekaran, kedkaran li beçên neft û gaz û çendîn beçên dinê de berdewam in û berfirehtir û micidtir dibin û xwenîşanderan gotine ku heta gihîştin bi daxwazên xwe dê berdewam bin.