Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê dide

13:06 - 23 Adar 2021

Rejîma Îranê bi hêceta belavbûna vîrûsa Koronayê, hewla milîtarîzekirina bajarên Rojhilatê Kurdistanê dide û daxwaz kiriye ku rêwîngên çendin bajaran heta 72 demjimêran, wan bajaran bi cih bihêlin.

Roja Duşemî 22ê Adarê, Cihgirê Siyasî, Ewlehî û Civakiyê Parêzgarê Sine, “Mihemedîbrahîm Zari`î” ragihand: “Bajarên “Seqiz û Banê” di rewşa narincî ya Koronayê de ne û qedexeya hatûçû di wan bajaran de dê bê cîbicîkirin û rêwîngên ku hatine wan bajaran dibe heta 72 demjimjêrên dinê, wan bajaran bi cih bihêlin”.

Li wê derheqê de jî, Berpirsê Polîsê Rê û Ajotvanî yê hêzên întizamî ya parêzgeha Urmiyê ragihandiye: “Hatûçûn bi maşînên nexwecihî bo bajarên narincî di heyamê Newrozê de qedexe ye û her kesek wê yasayê binpê bike dê rasî cezakirinê bê.

Armanca rejîmê ji milîtarîzekirina bajarêm Rojhilatê Kurdistanê eva ye ku bikarin dengê xelkê di wan rojên Newrozê de bifetisînin, lewma bi hêceta Koronayê hewla milîtarîzekirina wan bajaran didin û nahêlin xelk cejna Newrozê lidar bixin.