Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla mîlîtarîzekirina zêdetir a sînorên Rojhilatê Kurdistanê dide

11:52 - 27 Adar 2022

Fermandê Binav Parastina Sînoran yê Hêza Întizamiya rejîmê îdia kiriye, ku dê bi pilanek 5 sale sînorên parêzgehên “Urmiye, Sine û Kirmaşan”ê bi zêdetirkirina binkeyên leşkerî û cihên çavedêriyê kontrol bike.

Fermandeyê Binav Parastina Sînoran yê Hêza Întizamiya rejîma Îranê “Ehmed Goderzî”, di dema serdankirina binkeyên sînorî yên bajarê Merîwanê de îdia kiriye: “Hewce ye ku dayxistina sînor û rêyên hatin û çûna sînoran yên parêzgehên “Urmiye, Sine û Kirmaşan”ê, bi avakirina binkeyên leşkerî, burcek û lêdana rêyên sînorî, bi awayek berfireh bêne kontirolkirin”.

Axavtinên wî karbidestê leşkerî yê rejîmê di halekê de ye ku ev ji dar û ber û sînorên Kurdistanê ditirsin û rejîm bi danîna binkeyên leşkerî û çavedêrî û mifahvergirtin ji balafirên bê pîlot li ser sînoran, parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê xistiye mîlîtarîzekirinek zêdetir de.

Ji aliyek din ve jî, hêzên serkutker ên rejîma Îranê li sînorên Kurdistanê tevî teqeya rasterast li xelkê kasibkar û kolberan, rêgirî ji hatin û çûna zozançiyan dikin û gelek caran jî, bi hêcetên qaçax dest bi ser ajelên zozançiyan de digirin.