Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla perdepoşkirina cinayetên xwe dide

12:47 - 21 Hezîran 2022

Rejîma Îranê îdia dike ku pizîşkê xelkê Abadanê yê bi navê “Pêwend Ellame” di encama hewla xwekujiyê de canê xwe ji dest daye, lê pêka zaniyariyên belavbûyî ew berî kevtin ji bilindahiya avahiyê hatiye kuştin.

Rojnamevanê xelkê Abadanê yê bi navê “Daryûş Mê`imar” li ser tora civakî ya “Twitter” ê nivîsek belav kiriye û Îdi`a rejîma Îranê li derheq xwekujiya “Pêwend Ellame” bi çewt derxistiye û bi tekezî gotiye ku berî kevtin ji bilindahiya avahiyê, derbeyek giran bi serê “Pêwend Ellame” kevtiye.

Herwisa navbirî di “Twitt” a xwe de îşare kiriye ku çavkaniyek agehdar a “Pizîşkiya Dad” a bajarê Abadanê erê kiriye ku, berî kevtina “Pêwend Ellame” ji bilindahiyê derbeyek giran bi serê wî kevtiye.

“Pêwend Ellame” di bûyera herifîna avahiya Metropol a li bajarê Abadanê de erêkirina termê kesekî bi “Muhsin Ebdulbaqî” ê xwediyê avahiya Metropolê, red kiribû û gotibû ku ew termê “Muhsin Ebdulbaqî” nîne.

Berê jî rojnamevanê xelkê Abadanê“Se`îd Hafizî” li ser tora civakiya “Twitter”ê belav kirbû ku “Pêwend Ellame” hatiye kuştin.