Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla perdepoşkirina neşiyana xwe li parastina gola Urmiyê dide

11:55 - 18 Hezîran 2022

Gola Urmiyê ber bi çikbûna yekcarî ve dîçe û rejîma Îranê bi sedema neşiyan û gendeliyê, nekariye gola Urmiyê biparêze û hewlê dide neşiyana xwe bêxe stuyê kabîneya berê ya rejîmê.

Dadsitanê Diwana Jimaryarî ya Îranê “Elî Kamiyar” di hevpeyvîn digel Nûçegihaniya “Tesnîm” a girêdayî Spaha Pasdaran gotiye: “Tevî ku kabîneya berê (kabîneya Rûhanî) îdia dikir ku zêdetir ji asta hewce bo projeyên zindîkirina gola Urmiyê pere xerc kiriye, lê di rastiyê de bi tenê 1 li ser 4 a wî pereyî bo gola Urmiyê xerc kiriye û bi cihê kar silogan daye.”

Gotina wî Dadstanê rejîmê di halekê de ye ku ava gola Urmiyê bi lezgînî dadikeve û di demsala germayê de ew daketina avê lezgîntir bûye. Lê berpirsên rejîmê bo parastina gola Urmiyê ji çikbûna yekcarî ti bernameyek tinînin û dizî û gendeliya berpirsan ti derfetek bo bi zindîragirtina gola Urmiyê nehiştiye.

Pêka amrên rejîmê di 23ê Cozerdana îsal de, asta ava gola Urmiyê niha 1270.72 metir e ku sala par di hemen demê de 1271.26 metir bû ku dide xuya ava gola Urmiyê 54 santîmertan daketiye.