Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla rêgirî ji rêûresmên Newrozê dide

12:22 - 23 Adar 2021

Di gundê “Sutû” ê ser bi dervera Rebet a girêdayê bajarê “Serdeştê”, tevî hemû rêgiriyên rejîma Îranê, rêûresma pîrozkirina cejna Nerwrozê bi rê ve çû.

Rejîma Îranê di berdewamiya hewlên xwe de bona rêgirî ji birêveçûna rêûresmên cejna Newrozê, hewl dabû ku di gundê “Sutû” ê dervera Rebet a girêdayê bajarê “Serdeştê” bi gefxwarin li xelkê, rêgirî ji birêveçûn û belavbûna wêne û vîdiyoyên wê rêûresma bi şan û şiko bikin, lê xelkê deverê tevî hebûna wan pirsgirêkan rêûresim lidar xistin.

Xelkê gundê “Sutû” bi dîlan û şahî sala nû pîroz kirin û cejna Newrozê wekî hêmayeke yekîtî û serhildanê bi kincên Kurdî û camaneyan pîroz kirin.

Bi kirêgirtiyên rejîmê û hêzên ewlehî û leşkerî yên rejîma Îranê bi givaşxistin li ser beşdarbûyên wê rêûresmê hewla rawestandina wê rêûresmê dan û heta hewla binçavkirina ciwaneke gundê “Sutû” ku wêne û vîdiyoyên rêûresmê hildigirtin, dabûn û gef lê xwaribûn ku êdî çavê te bi vê axê nakeve, lê xelkê gund, rê nedane rejîmê û ew ciwan li nav destê hêzên rejîmê derxistin.

Rejîma Îranê di devera Rebet a Serdeştê de, bi rêya caş û bikirêgirtiyan, Spaha Pasdaran û hezên din yên ewlehiyê ve, hewlê micid dan ku rêûresma Newrozê rabigrin, lewma dever bi tewawî milîtarîze kirin û rewşa awarte cihgîr kirin, lê xelkê deverê bê guhdan bi kiryarên rejîmê Nerwroza 2721 a Kurdî bi şan û şikoyeke cuda wekî hêmayek bona yekîtî û serhildanê lidar xistin ku bi awayekî rohn şikest bi hewlên bikirêgirtiyên rejîma Îranê û caş û xwefiroşan û hêzên din yên rejîmê anîn.