Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewla xelitandina rêûresmên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê dide

15:55 - 15 Adar 2022

Rêkxirana Navnetewî ya “UNSCO”yê di çendîn parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê wek Kirmaşan û Sine, Hemedan û Tehranê bi pêka dîrok û şaristaniyetê daye nasandin ku rêûresmên Nerwrozê di wan bajaran de bi rê ve herin.

Biryar wiha dane ku ew rêûresim li 23ê Reşemê li Tehranê, 24ê Reşemê li Hemedanê û 25ê Reşemê li parêzgeha Kirmaşanê bi rê ve herin.

Serokê Îdareya geştiyarî yê Bajarvaniya Kirmaşanê “Îhsan Ehmedî Nesir” gotiye: “Rêûsesma Newrozê li Kirmaşanê û li nêzî şûnvarên dîrokî yên Taqewistanê bi rê ve diçe û 12 netewên endamê Konvansiyona UNSCOyê tê de beşdar dibin.

Herwisa navbirî gotiye ku di wê rêûresmê de ku piraniya netewan ji piraniya welatên cîhanê tê de beşdar dibin, resim û çanda Îranî têde têne nîşandan.

Rejîma Îranê bi armanca xelitandin û çewtkirina cêjna Newrozê bo geşedan bi çand û resmên Îranî û ji navbirina çanda netewên din li Îranê, îzna birêveçûna rêûresmên xelkê nade.