Spaha Pasdaran a terorîst hewla bihêzkirina xwe di nav torên civakî de dide ku bi vê rêyê xwe bihêztir bike ku bikare şerê nerim baştir bi rê ve bibe.
Rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyî” bi hêzên serkutker bi taybet Spaha Pasdaran a terorîst sipartibû ku divê li ser torên civakî bi hêz bin û xwe zêdetir perwerde bikin di wê derheqê de berpirsê Torên Civakî yê Hêzên Çekdar ên rejîma Îranê “Hemîd Ceferî” gotiye: “Spaha Pasdaran bi çêkirina şêwrayeke stratejîk di nav torên civakî de dixwaze ku di navbera hêzên xwe de yekgirtiykê çêbike û hêzên xwe bihêztir û rêjeya wan zêdetir bike.”
herwisa navbirî gotiye ku bi tenê Spaha Pasdaran û Besîc nînin ku di wê bernameyê de beşdar in belku tev hêzên me beşdar in.
Rejîma Îranê bi rêya hêzên xwe ve di nava torên civakî de şerê nerim dike û bi awayekî berfireh nûçe û zaniyarên çewt belav dike geşe bi tundûtîjiyê dide û heya niha çendî caran biriyargehên xwazekî anku mecazî di nava torên civakî de damezrandine.
Torên civakî heta niha bi hezaran hisabên bikarhênerî, malper, rûpel û girûpên girêdyê rejîma li torên civakî wekî “Facebook, Instagram, Têlêgram, Twitter” ê bi sedema belavkirina zaniyarên çewt û geşedan bi tundûtîjiyê bi yekcarî dayxistine.