Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewlê dide ku sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê bi hêz bike

17:53 - 22 Îlon 2020

Berdevkê Sitada giştî ya hêzên çekdarên rejîma Îranê, “Ebulfezil Şikarçî” ragihandiye, ku Îran dixwaze pedafenda esmanî ya Sûriyê bi hêz bike.

Navbirî roja Sêşemî, 22ê Îlonê di hevpeyvînek digel Nûçegihaniya “Fars” a girêdayê rejîma Îranê gotiye, “bihêzkirina pedafenda esmanî ya Sûriyê, li ser daxwaza wî welatî bûye û serdana berpirsê Sitada giştî ya hêzên çekdarên Îranê bas li ser wê mijarê kiriye û me digel dewleta Sûriyê girêbest heye”.

“Şikarçî” derheq hûrdekariyên wê girêbestê ti baseke zêdetir nekir.

Reşnivîsa pedafenda esmanî ya Sûriyê di rewşekê de tê ber bas ku, Îsraîl di heyamên wan çend salên derbasbûyî de, bi 10an êrîşên esmanî di sûriyê de encam dane û enbarên cebilxane û binkeyên hêzên girêdayê rejîma Îranê û herwisa çendîn navendên leşkerî yên Sûriyê kirine armanc.

Bihêzkirina hevkariyên leşkerî di navbera rejîma Îran û Sûriyê de, di halekê de ye, ku bi fermî tê ragihandin, Amerîka bi çalakirina “mikanîzma maşe” û hewl bo dirêjkirina dema dorpêça cebilxane ya li ser Îranê, dixwaze destê rejîma Îranê ji deverê qut bike.

Pêka gotinên piraniya karnasan, bihêzkirina pedafenda esmanî ya Sûriyê ji aliyê rejîma Îranê ve, dikare bi berteka rejîma Îranê bi dijî Amerîkayê bê hisêb.