Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hewlê dide ku xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê ji rê derxe

12:18 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2021

Pasdar “Muhsin Rezayî” bi rêya belavkirina “twitt”ekê hewlê dide ku xelkê beşdarê xwenîşandanên El-Ehwazê wekî hogir û wefadarê rejîmê bide xuya.

“Muhsin Rezayî” tevî îşarekirin bi pirsgirêka bêavî li parêzgeha Xûzistanê bi çewtekariyan hewlê dide ku xwenîşanderên El-Ehwazê wekî wefadarê rejîmê û hogirê Komara Îslamiya Îranê bide xuya û li ser rûpela xwe ya li tora Civakiya “Twîtter”ê nivîsandiye: “Daxwazên xelkê Xûzistanê ku rastî kirîzan hatine ew bû ku rê ji herîkîna ava çeman neyê girtin û xisarên ku bi werzêr û xwedîyê ajelan ketiye bêne qerebûkirin”.

Herwisa wî pasdarê terorîst di wê “Twîtt”ê de nîvîsandiye: “Nabe xelk û ciwanên ku nerizayetiyên wan jî bi cih û bi heq in wekî “dijî şoreşê” binav bikin, ew wefadarê rejîm û hogirê Îranê ne”.

Wî pasdarê terorîst hewl daye ku xwenîşandanên xelkê El-Ehwazê ku li dijî berdewamiya rejîma Îslamiya Îranê ye ji rê derxîne û bide xuya ku ew xwenîşandanên berfireh bi armanca dabînkirina av û qerebûkirina xisarên werzêrî û ajeldariyê ye.

Xwenîşandanê berfireh li çendîn parêzgehên din ên Îranê de bona piştewanî ji xelkê El-Ehwazê hatine lidar xistin ku armanca wan siyasî ye û herifandina rejîma Îslamiya Îranê ye û mencên wan xwenîşandanan berfirtehtir dibin.