Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hez dike hemî xelkê Korona yê bigrin

17:06 - 15 Adar 2020

Pizişkeke girêdayî ye rejîmê di hevpeywîneke Televîzyonî de basê hindê kiriye ku dibe xelk hemî Vîrûsa Korona yê bigrin, lêbebelê bi dor bi dor.

Mêhrnaz Esedî Pizişkeke ser bi rejîmê, di bersiva pirsyareke pêşkêşkarê televîzyona rejîmê de ku erê gelo mijara weqetandin anku qerentînê mijareke micide? Got: mijara weqetandinê micide û em û hevkarêt me li ser wê bavirêne ku

Herwisa wê pizişkê gotiye: bi hegera nebûna textê hewce di Nexoşxanan de, hewceye ku em karekê bikin ku xelk hemî gel hev wê nesaxiyê negrin, belkî bi 3 yan 4 qonaxan bigrin.

Wê pizişka ser bi rejîmê got: man û nemana xelkê girêdayî bi şansê wan xwe ve heye û Vîrûs karê xwe dike.

Axivtina wê pizişkê dide xûyakirin ku rejîma Îranê çi bihagiraniyekê nade can û tendirustiya xelkê Îranê û herwisa şiyana kontirolkirina wê Vîrûsê jî çinîne.

Herwisa ji aliyeke dinê jî, rejîm bi avayekî bernamedarêtî,  hebxwe di cehda belavkirina zêdetire Vîrûsa Korona yê di nava xelkê Îranê deye.