Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê hêzên xwe li gundên ser bi bajarê Baneyê de cihgîr kirin

13:08 - 21 Gulan 2021

Pêka zaniyariyên gehiştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê rejîmê hêzeke zêde li gundê “Bilesen” û rêya bajarê Baneyê bo gundên ser sînor, cihgîr kiriye.

Pêka wan zaniyariyan hêzên rejîmê li wan deveran de seytere danîne û rê nadin ku xelk bi hêsanî hatinûçûnê bikin.

Hevdem rejîmê hêzeke zêde ya leşkerî aniye nav wan gundan û çavedêriya li ser xelkê dike.

Bi sedema çalakiyên pêşmergeyên bajar di wan çend rojên derbasbûyî de li bajarê Baneyê tirs xistiye nav dilê rejîmê.

Di rojên dawî yên meha Banemera îsal de, pêşmergeyên bajar ên ser bi hêza pêşmergên kurdistanê di çalakiyeke siyasî-teşkîlatî de digel xelkê hevdîtin kirin.

Hevdem refeke pêşmergeyan li bajarê Banê û di çendîn gundên ser bi wî bajarî û herwisa di nava bajarê Baneyê de jî çalakî lidar xistibûn.

Di wê çalakiyê de ku di nav kûrahiya axa Kurdistanê de bi rê ve çûbû, tevî belav kirina dubare ya peyama Rasanê, hêza pêşmergê Kurdistanê alxayînî daye xelkê kurdistanê ku heta dawiyê wefadar bi rê û rêbaza xwe dê bimînin û digel daxwaz û hêviyên xelkê ne.