Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îdamkirina zarokan bi yasayî dizane

12:27 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2021

Cihgirê Karûbarê Navnetewî yê Stada Mafê Mirov yê Komara Îslamî, “Mecîd Tefreşî” gotiye: “Îdamkirina kesên ku temenên wan di bin 18 saliyê de ye bi tevahî rewa ye”.

Roja Çarşemî 30ê Hezêranê, Cihgirê Karûbarê Navnetewî yê Stada Mafê Mirov a Komara Îslamî, “Mecîd Tefreşî” di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniya “Radio France Internationale” de tevî bi yasayîzanîna îdamkirina zarokan, rexneyên li derheq rewşa mafê mirov di Îranê de bi narewa binav kir û bi taybet hêjet bona îdamkirina zarokan, anîn.

“Mecîd Tefreşî” îdia kiriye ku pêka yasaya “Qisas” em hin zarokan îdam dikin lê wî berpirsê rejîmê bi tenê hêceta qisasê aniye di halekê de, zarokan bi hêcetên cuda wekî ewlehî, siyasî û pêwendîdar bi madên hişber îdam dikin.

Pêka yasa û biryarên navnetewî, her kesek ku kêmtir li 18 salan temen hebe, zarok e lê rejîma Îranê wê tawana xwe ya dijî mafê mirov dixe stuyê wan kesan ku daxwaza qisasê dikin.

“Mecîd Tefreşî” bi îdiayeke çewt û ecêb got: “Armanca wan kêmkirina rêjeya Îdamkirinan di Îranê de ye”! di halekê de ku kuştina zarokan bi rewa û yasayî dibîne.