Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îdia dike ku Amerîka ji Îranê ditirse

12:50 - 13 Çirriya pêşîn 2020

Elî Xamineyî ragihandiye ku Amerîka ji Îranê ditirse û bi gotina wê çewtekariyê ku Amerîka ji aliyê Mûşekan ve paremayî ye dixwaze dereva xwe bide selimandin û tirs û sama rejîma Îranê ji hêza leşkerî ya Amerîkayê perdepoş bike.

Roja Duşemî, 12ê Çirriya Pêşîn, rêberê rejîma Îranê, “Elî Xamineyî” di rêûresmeke leşkerî de, îdia kir ku Amerîka ji Îranê ditirse û sîstema mûşekî ya Amerîkayê paremayî ye û bi zimanekî neşiyaw berpirsên Amerîkayê bi “Erazil, cinayetkar û xayîn” binav kir û kesên ku di Îranê de daxwaza gotebêjê digel Amerîkayê dikin bi “tirsinok” binav kirin û got ku ew gotinên dujminan dubare dikin.

Navbirî derhreq gotinên berpirsên Amerîka li ser bernameya mûşekî ya Îranê got: “Nabe gotinên wan hizra kesê aloz bike, ew gotinên wan nîşaneya tirsa wan ji Îranê û paremana wan ji aliyê mûşekan deye”.

Gotinên Elî Xamineyî de demekê deye ku Amerîka bihêztrîn sîstema mûşkî di cîhanê de heye û her cihek di cîhanê de dikare bibe armanca wan mêşekan ku bi hisaba santîmetran dikarin bi her armancekî bidin.

Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî jî pêşde îdia kiribû ku aboriya Îranê ji ya welatê Almaniyayê bihêztir e.

Gotinên wiha yên berêveberên rejîma Îranê, bêrêzîkirin bi hizra xelkê Îranê ye.