Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îmkanatên hewce bo nexweşxaneyan dabîn nake

12:05 - 24 Şibat 2022

Nexweşxaneya Xumeynî ya li bajarê Mihabadê ji ber nebûna îmkanatên pizîşkî û pêragihîştinên hewce, rastî nerizayetiya welatiyan hatiye.

Beşa jidayîkbûnê ya nexweşxaneya Xumeynî ya li bajarê Mihabadê, bi sedema xemsarî û neberpirsbûn û nebûna îmkanatên hewce bona pêragihîştinên zarokên sava, rastî nerizayetiya welatiyan hatiye.

Herwisa xemsarî û guhnedana berpirsên rejîma Îslamî ya Îranê derheq pêragihîştin û dabînkirina hewcehiyên pizîşkî di wê nexweşxayê de, bûye sedem ku heta niha, çendîn zarokên sava ji dema jidayîkûnê, tûşî bêhişî û mirinê bibin an jî bo nexweşxaneyên bajarê Urmiyê bêne veguhastin.

Çavkaniyek agehdar di vê peywendiyê de bi malpera “Kurdistanmedia”yê re ragihandiye, Dr. Me`isûme Menafpûr berpirsa wê nexweşxaneyê ye lê, di heyama berpirsayetiya xwe de, ti pêngavek bona dabînkirina îmkanatên hewce bo wê nexwexaneyê neavêtiye.

Wê çavkaniya agehdra di berdewamiyê de gotiye, meha derbasbûyî jî, zarokek sava li destê perestarekê ber bû û tûşê xwînrêjiya mejî bû, lê mixabin heta niha ti berpirseke vê nexweşxaneyê li hember vê bûyera dilgiran berprisyar der neketiye û ti bersivek wisa jî, ji malbata wê zarokê re nehatiye dayîn.

Neberpirsbûn û xemsariyên binav berpirsên rejîmê, li bajarên Îran û bitaybet li bajarên Kurdistanê de, bûye sedema tirs û nîgeraniyek bêsînor di nav welatiyan de û roj li pey rojê jiyana welatiyan dijwartir û nexweştir dike.