
Berdevkê Dadweriya rejîma Îranê ragihandiye ku me ti cezyek bi navê durxistin tinîne û ti cihekî Îranê wek cihê durxistinê tinîne.
Roja Sêşemî, 25ê Tebaxê, Berdevkê Dadwerî yê rejîma Îranê, “Xulamhusên Îsmaîlî”, derheq hindek ji bajarên Îranê wekî cihê dûrxistinê, ragihand ku ew rast nîne û me ti bajarek bi navê cihê “Teb`îd” anku durxistinê tinîne û herwisa ragihand : “Pêka madeya 23 a nû ya yasaya cezadan a Îslamî, êdî ti bajarek wek cihê durxistê, nayê naskirin”.
Berê hindek ji çavkaniyan bas ji şandina nameyekî Wezîrê Hundir yê rejîma Îranê bo berpirsê dadweriya rejîmê re kiribûn ku di wê nameyê de, 36 bajarên Îranê di parêzgehên cuda de, wek cihê dûrxistina hepsiyan hatibûne binavkirinê.
Herwisa “Xulamhusên Îsmaîlî” ragihand ku cezayên dûrxistin ku têne dan, pitir di çarçoveya qedexebûn ji man di bajarek an cihekî taybet de ye.
Tevî çewtekariyên rejîmê derheq hebûna cezaya durxistin ê, lê di piraniya cezayên siyasî bi taybet di cezayên ku li ser hepsiyên siyasî yên Kurd de sepandine, hikmên dûrxistin bi girtîgehên dûr, têne dîtin.
Rejîm tevî îşkence û azardana hepsiyan, bi cezaya dûrxistin bi cihekî dûr, malbatên wan jî rastî îşkenceyên hundirî dike.