Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê înterneta parêzgeha El-Ehwazê qut kiriye

12:36 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2021

Piştî xwenîşandanên nerizayetiyê li parêzgeha El-Ehwazê li piranaiya bajarên wê parêzgehê înternet qut bûye û di cihên qutnebûyî de jî bi qasekî lezgîniya wê kêm kirine ku nayê bikaranîn.

Di 8emîn roja şoreşa xelkê El-Ehwazê de, bikarînerên torên civakî dane zanîn ku li çendîn bajarên wekî, “Ehwaz, Şadigan, Mahşehr û Mescid Solêyman”ê pirsgirêka qutbûna înternetê heye û Navenda Çavedêr a Înterneta Cîhanî anku “Net Blocks”ê ragihandiye: “Hevdem digel xwenîşandanên parêzgeha “Xûzistan”ê, qutbûn û pirsgirêka înterneta mobaylan di wê parêzgehê de destpêkiriye”. 

Rejîma Îranê di dema xwenîşandanan de înterneta xelkê bi taybet înterneta mobaylan qut dike ku bikare cinayetên xwe ên bi dijî mirovahiyê di tepeseriya xwenîşanderan de perdepoş bike ku kes hay ji kiryarên hovane ên rejîmê nebe.

Herwisa di xwenîşandanên salên berê de jî rejîma Îranê bona weşartina cinayetên xwe yên hovane digel xwenîşanderan, înternet qut kiribûn.

Xwenîşandanên El-Ehwazê berfirehtir bûne û di çendîn bajarên din ên Îranê de jî piştewanî ji wan xwenîşandanan kirine û çendîn rêkxistn û kesayetiyan û Wezareta Derve ya Amerîkayê jî piştewanî ji wan xwenîşanderan kirine.