Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê înternetê qut dike ku bikare binpêkirina mafê mirov perdepoş bike

18:13 - 27 Şibat 2021

Saziya Lêbihorîna Navnetewî digel 3 girûpên mafê Mirov li daxuyaniyeke hevpar de, li derheq xwenîşandanên nerizayetî yên bajarê “Serawan”ê, û qutbûna Întenet li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, belav kirin.

Roja Înê 26ê Şibatê, Saziya Lêbihorîna Navnetewî digel 3 girûpên mafê Mirov, “Artîkêl 19, Eksês Na û girûpa Miyan”ê di daxuyaniyeke hevpar de, tevî îşarekirin bi xwenîşandana nerizayetî li bajarê Serawanê, li derheq qutbûna Înternêta nêz bi tewawê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê, dane zanîn ku: “ ew kiryar bona veşartina tawankariyên micid yên binpêkirina mafê mirov û tawanên navnetewî wekî kuştinên serweyî yasayan, têne kirin”.

Di wê daxuyaniyê de, îşare bi kuştina zêdetir ji 10 kesan ku yek ji wan zarok bûye, hatiye kirinê û tekezî hatiye kirin ku qutbûna înternetê li wan deveran, li halekê de bûye ku wê parêzgehê jêrsaxteke lezgîn ya înternetî tinîne û bi tenê hejmareke kêm ji xelkê parêzgehê înterneta lezgîn hene.

Herwisa di wê daxuyaniyê de dane zanîn ku %95 a înterneta bikarhatî, ya telefonan e û înterneta hemû telefonan jî hatiye qutkirin.

Herwisa înterneta destpêregihîştin bi tora netewî ya zaniyariyan jî di dema xwenîşandanan de hatibû dayxistin.

Dema ku xwenîşandana nerizayetiyê di ciyeke Îranê de hebe, rejîm înterneta telefon û malan a wan deveran qut dike ku bikare ji derketina zaniyariyan rêgirî bike û bi wî awayî, cinayetên dije mirovîyên xwe perdepoş bike.