Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îtiraf bi ji destçûna derfete mezin a ticareta gazê kir

19:14 - 23 Kanûna Paşîn 2021

Berpirsekî berê yê rejîmê, îtiraf kir ku, derfeteke herî mezin a bazara gazê ya  çend milyard Mêtrên çwar goşe li rojhilta asiyayê, ji dest çûye.

Roja Şemî 23ê Kanûna Paşîn,Wezîrê berê yê rejîmê, “Rostem Qasimî”, tevî îşarekirin bi hebûna mezintirîn kangeha gaza cîhanê li Îranê û pişka %2a Îranê li ticareta gazê, got: “Hekî Fazên “Parsa Başûr” û projeyên berhemanîna gazê li dema xwe û pêka bernameya darîştî bi pêşve çûba, me dikarî, hêla boriya şandina gazê bi pakistanê û projeya boriya aşitiyê bi rê ve bibin û bazareke çend milyardî li rojhilatê Asiyayê bi dest xwe ve bînin.

Herwisa navbirî got: “Îro di cihê berhemanîna 1 milyard metra 3cî li rojê de, me dê 1 milyard û 300 milyon metra 3cî, dê berhema gazê heba lê dewleta piştî me, proje bi rêve nebirin”.

Rejîma Îranê ku kêmbûna qasa gazê dêxe stuyê xelkê, bas ji kêmkarî, neşiyan û şaşiyên xwe nake ku bûne sedema kêmbûna gaza hewce.