
Kurdistanmedia: Serkomarê rejîma Îranê îtirafkir ku, dorpêçên aborî bandoreke xirab li ser rewşa Îranê hebûye.
Li gorî rapora “IRNA” yê nûçegihaniya fermî ya rejîma Îranê, Hesen Rohanî serkomarê rejîmê di civîna Encûmena Wezîran a Îranê li Tehranê gotarek pêşkêşkir û îtirafkirin ku: “Dorpêçên aborî yên Amerikayî yên lidjiî rejîma Îranê bandoreke xirab li ser xelkê Îranê çê kiriye”.
Heriwsa Ruhanî got, “Di çarçoveya rêzgirtinê de, em amadeyî danûstandinan ligel Amerîkayî ne. Ger aliyek bixwaze ligel me biaxife û rêzê li gel û yasayên me bigre, em amadeyî diyalogê ne”.
Piştî dorpêçên aborî yên Amerîkayî yên li dijî rejîma Îranê, rewşa aboriya Îranê, di hemû warî de, rastî arîşe û pirsgirêkan hat û nirxên tiştan roj li peyî roj bilindbûn û xelkê Îranê jî, bo nîşandana nerazîbûna xwe li hemberî givaşên rejîmê û herwisa rewşa aboriya welat, bo çendîn cana rijiyane ser şeqaman û siloganên lidijî rejîmê qîr kirin.