
Aborînas(ekonomîst)ekî rejîma Îranê da xûyakirin ku pirsgirêka bingehîn a aboriya Îranê, Korona û dorpêçên aborî nînin, belku gendeliye.
Se`îd Leylaz gotiye ku pirsgirîka bingehîn a aboriya Îranê zêdetir jî hegerên derve, wedigere ser siyaset û awayên bi rêvebirina naxvxweyî.
Wî ekonomîstê rejîma Îranê gotiye ku mezintirîn pirsgirêka aboriya me, nexweşia Korona an dorpêçên aborî nînin, Korona pirsgirêkeke awarteye, lê pirsgirêkeke sereke û bingehîn nîne.
“Leylaz” basa vê yekê dike ku “pirsgirêka sereke û bingehîn a me, di destpêkê de, gendeliye, piştre tunebûna behrewrî û tinebûna yêkitî di komara Îslamî deye û bûye sedem ku, gera aboriya me bi qasa hêza karîna me nebe”.
Gotinên wî ekonomîstê rejîma Îranê, “Îtiraf” a rejîma Îranê derheq hebûna gendeliya malî li nav sistema rejîma Îslamiya Îranê ye ku, hemû aboriya îranê xistiye bin qorixa xwede.