
Wezareta Derve ya rejîma Îranê îtiraf kir ku rapora xistina balafira Ukraynê ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve bibû armanca mûşekan bo welatê Ukraynê neşandiye.
Roja Duşemî 28ê Kanûna Pêşîn, Berdevkê Wezareta Derve yê rejîma Îranê, “Seîd Xetîbzade” îtiraf kir ku rapora rejîma Îranê derheq êrîşa li ser balafira Ukraynê ku ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatibû kirin û 176 kesan canê xwe ji dest dabûn, bi kompaniya Balafirên Ukraynê re neşandine.
Herwisa “Seîd Xetîbzade” ragihand ku şandina wê raporê bo Ukraynê di paşerojê de roh nîne ku di çi rêkevtekê de dê bê şandin.
Bi sedema givaşên navnetewî û nerazîbûna malbatên qurbaniyên balafira Ukraynê, rejîma Îranê ev îtiraf kiriye ku berî niha bi çewtekariyan xwe ji wê yekê diparast.
Berê Saziya Balafirên Îranê ragihandibû ku rapora xistina wê balafira Ukraynê bo tev welatên girêdayê şandiye, lê dewleta Ukraynê bi caran bas kiribû ku ti raporek nigihîştiye destê wan.
Balafira misafirhilgir a Ukraynê ya “PS752” li sala 1398an ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve bi awayekî hovane bibû armanca 2 mûşekan û tev 176 kesên di wê balafirê de bû canê xwe ji dest dan.