Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îtiraf kir ku şandina mûşeka “Sîmorx” bo esman serkevtî nebûye

11:12 - 1 Kanûna Paşîn 2022

Şandina mûşekan bo esman li jêr navê birina alavên lêkolînê bo esman bernameyek bo perdopoşkirina cerîbanda mûşekên balistîkî ya rejîmê ye ku wê carê jî rastî şikestê hatiye û lezgîniya hewce tine bûye.

Berdevkê Wezaretsa Berevanî ya rejîma Îranê “Ehmed Husêynî” li roja Înê 31ê Kanûna Pêşîn îtiraf kir ku bernameya cihgîrkirina 3 alavên lêkolînê li bilindahiya 470 kîlometriya erdê, serkevtî nebûye û ew gotina wî di halekê de ye ku roja pêştîr îdia kiribû ku şandina alavan bi awayek serkevtî hatiye encamdan.

Herwisa wî berpirsê rejîmê îtiraf kiriye ku mûşeka “Sîmorx” a hilgirê wan alavan negihîştiye lezginiya hewce lewma nekariye wan alavan li bilindahiya hewce de cihgîr bike.

Rejîma Îranê ji bernameya şandina mûşekan bo valatiya esman bo perdepoşkirina ceribanda mûşekên balistîkî mifahê jê verdigre û ev cara 5ê ye ku ew ceribandin bi mûşekên “Sîmorx” encam dane ku tevahiya wan bi şikestê bi dawî hatine.

Welatên rojavayî ên wek Amerîka û Feranseyê ew kiryara rejîma Îranê şermezar kirine û ragihandine ku ew li dijî biryarên 2231a Şêwraya Ewlehî ya Saziya Netewên Yekgirtî ye û nigeranê wê bernameya rejîma Îranê ne.