Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê îzna lêkolînan li derheq vizeya navkî bi Ajansa Navnetewî re nade

18:38 - 15 Hezîran 2020

Zêdetir ji 4 mehan e ku rejîma Îranê îzna lêkolîn yên di 2 binkeyên navkî, bi “Ajansa Navnetewî ya vizeya navkî” re nade.

Roja Duşemî, 15`ê Hezîranê, Berpirsê Giştî yê “Ajansa Navnetwî ya Etom”ê, “Rafaêl Girossî” (Rafael Grossi) di civîna “Hukam a Şêwraya Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî” de bas kiriye ku rejîma Îranê zêdetir ji 4 mehan e ku îzna lêkolînan li ser 2 navendên navkî nade ku cihê şika hebûna çalakiyên navikî ne.

Herwisa “Rafaêl Girossî” bas kir ku nêzî 1 sal e, rejîma Îranê xwe ji gengeşeyeke bingehîn li ser mijara programa navkî, xwe diparêze.

Pêka gotina “Rafaêl Girossî”, nedana îznê bo lêkolîna wan 2 navendên navkî, bandoreke nerênî li ser şiyana Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bona çareserkirina pirsgirêkan dadinê.

Berdevkê Wezareta Derve ya rajîma Îranê, “Ebas Mûsewî”, di vê derheqê de bertek nîşan da li hember gotinên “Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî” de got: “Hekî Ajans biryareke nebaş di hemberê Îranê de bide, renge Îran pêka wê biryarê berteka wê bide”.

Rejîma Îranê ji wê yekê ditirse ku “Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî” ku ji sala 2012`an ve heya niha ti biryarek dijî Îranê nedaye, biryarnameyekê dijî pirograma navkî a Îranê erê bike û xevna rejîma Îranê ya derheq bidestveanîna çeka navikî bê pûçkirin.