Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji her demekê zêdetir nêzî berhemanîna çeka navkî bûye

11:59 - 27 Çirriya paşîn 2021

Saziyek ewlehî ya Birîtaniyayê ragihandiye ku rejîma Îranê zêdetir ji her demekê, nêzî berhemanîna çeka navkî bûye û heta mehek din dikare çeka navkî berhem bîne.

Saziyeke ewlehî ya Bîrîtaniyayê li derheq bernameya navkiya Îranê raporek belav kiriye û di wê raporê de hatiye ku  bernameya navkiya Îranê di 9 mehan derbasbûyî de û ji dema qutbûna hevkariyên rejîma Îranê digel Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, gelek geşe kiriye û heta mehek din dikare çeka navkî berhem bîne.

Nûnerê Amerîka li Şêwraya Hukam a Ajansa Navnetwî ya Vizeya Navkî di roja Pêncşemî 25ê Çiriya paşîn de huşdarî dabû ku eger pirsgirêka alîkarînekirina rejîma Îranê digel Ajansa Navnetwî ya Vizeya Navkî çareser nebe, divê Şêwraya Hukam civîneke awarte di îsal de lidar bixe.

Herwisa wî nûnerê Amerêkayê Ragihand: “Şêwraya Hukam bo pêregihîştin bi wê kirîzê bilî lidarxistina civîneke awarte berî bi dahîhatina îsal, ti rêkarek din tinîne.

Rejîma Îranê bi gefxwarinên bi dom û geşedan bi bernameyên navkî û mûşekiya xwe li ser Rojhilata Navîn û ewlehiya cîhanê, rewşa ewlehiya devera Rojhilata Navîn û cîhanê aloz kiriye.