Niha ku Herêma Kurdistanê mijûlî şandina gazê bo welatên derve ye û her bi vê rêyê jî dixwaze beşek ji kêmiya wizeya cîhanî qerebû bike; Di hember de rejîma berçavteng a Îranê jî, ji pêşkevtina Herêma Kurdistanê nigeran e û li tev rêyan mifahê werdigre da ku, li asta deverê û cîhanê de, rê ji pêşkevtinên Herêma Kurdistanê bigre.
Herêma Kurdistanê rojane li du deverên “Xurmal û Çemçemal”ê, 12 milyon metra 3cî gazê berhem tîne. Paşkevta gaza Herêma Kurdistanê zêdetir ji 425 milyard metra 3cî ye û dixwaze berhemanîna rojaneya gazê heta 43 milyon metra 3cî zêde bike.
Sala derbasbûyî Hikûmeta Herêma Kurdistanê bo çêkirina hêlên veguhastina gazê bo bajarê Hewlêr û Dihokê, digel kompaniya “Wizeya Kar, I Grup”ê girêbestek wajo kir.
Her bi ji ber vê yekê jî, rejîma berçavteng û zêdexwaz a Îranê bi hemû awayî hewl dide ku, rewşa aramiya Herêma Kurdistanê tevlîhev bike û li 11`ê Banemera Îsal de rejîma Îranê derdora palavtingeha neftê li devera Xebatê kire armanca êrîşên xwe.
Berê jî rejîma Îranê çendîn deverên Herêma Kurdistanê kiribûn armanca êrîşên mûşekan û yek ji armancên wan êrîşan, derbelêdan li binkeyên berhemanîna neft û gaza Herêma Kurdistanê û rêgirîkirin ji çalakî û pêşkevtinên Herêma Kurdistanê ye.