Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji pêwendiyên Herêma Kurdistanê digel Îsraîlê ditirse

13:12 - 17 Îlon 2020

Rejîma Îranê herçiqas ji rêketina di navbera welatên Erebî û Îsraîlê ditirse, evqas jî, ji pêwendiyên di navbera Îsraîl û Herêma Kurdistanê ditirse.

Di malpera “Dêplomasiya Îran”ê a ser bi rejîma Îranê de li jêr navê “bo çî welatên deverê bi dîdgeheke ewlehî ve mêzeyê Herêma Kurdistanê dikin”, û îşîre bi vê yekê kiriye ku “pêwendiyên Herêma Kurdistan digel Îsraîlê dibe sedema naewlehiyeke zêdetir ji deverê û deriyê pêwendiyan jî digel neteweyên Îranê tê vekirin”.

Wê malpera rejîmê li derheq girîngiya Herêma Kurdistan ji dîdgeha siyasî, civakî, aborî û kultûrî ve nivîsiye: “Herêma Kurdistanê piştî serxwebûna Îraqê di sala 1932an de heta niha, li pey cudabûnê ji Îraqê ye û daxwaza serxwebûnê dike”.

Wê malpera rejîmê nivîsiye: “Li piştî birêvebvirina refrandom li Herêma Kurdistanê û piştî serbixwekirina wan li sala 2017an ve, Herêma Kurdistanê rastî givaşên welatên cîran hat ku yek ji wan Îran bû, û dîplomatên herêmê naçar kiriye ku bi nehênî digel Îsraîlê pêwendî bigrin, û eva jî bûye sedema pêwendiyên kûr yên di navbera Herêma Kurdistan û Îsraîlê”.

Malpera “Dîplomasiya Îran”ê, bi eşkere basa pêwendiyên Kurd digel Îsraîlê kiriye û wisa dizane ku meşa rêkertinnameyên welatên Erebî digel Îsraîlê, Herêma Kurdistanê jî li xwe digre û eva jî dibe vekirina deriyê hevkarî di navbera netewên bindest yên Îranê û nemaze netewa Kurd di Îranê de.