Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ji şehîdên me jî ditirse

19:15 - 4 Nîsan 2021

Spaha pasdaran a terorîst bêrêzî bi Tirba şehîdê doza rizgariya Kurdistanê, şehîd “Ebdullah Gulle” kir ku tirba wî Şehîdê nemir li goristana “Şebek” li gundê Xurxure” girêdayê “Şarwêrana Mihabadê ye.

Piştî birêveçûna çalakiyên teblêxî bi hilkefta 10ê Xakelêwê û serdana endam û alîgirên PDKÎ bo ser tirba şehîdan, rejîmê ew çalakî bo xwe giran dîtine û kerb û kîna xwe bi reşkirina tirba şehîd “Ebdullah” rijandin.

Ew yekem car nîne ku rejîm bêrêziyê bi tirba şehîdan û kesayetiyên Kurd dike û ew kiryara rejîmê hemû caran helwîsta xelkê welatperwer li pey xwe ve aniye.