
Rejîma Îranê ji egera serhildana xelkê vêzarbûyî û birsîmayî yê Îranê ditirse.
Roja Şemî 11ê Tîrmehê, Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî”, di civîneke taybet bi Korona yê de derheq pêşîgirtin ji belavbûna korona yê de got: “Hêsantirîn rê eve ku em hemû cihekê dabixin lê piştre hemû xelkê Îranê bi sedema birsîbûn, hejarî û bêkariyê dê bêne ser kolanan”.
Herwisa “Hesen Rûhanî” got: “Nabe ti kes nexweşiya Korona yê ji kesên din veşêre”.
Jiyana xelkê Îranê ji aliyê aborî û tenduristiyê ve, di bin gefa micid deye, ji aliyekê bi sedema herifîna aborî û dizî û gendeliya berpirsên rejîmê, xelk rastî hejariyeke micid bûye, û ji aliyekî dinê jî belengazî di Îranê de wekî tirajêdiyeke mirovi lêhatiye.
Ji aliyeke din ve, pêrenegihîştina kardrên dermanî û kêmbûna derman bona çareserî û kêmbûna emrazên hewce bona parastina xelkê û kadrên dermî, bûye gefeke mezin li ser canê xelkê Îranê.
Rejîma Îranê bi veşartina belavbûna vîrûsa korona yê bû sedem ew nexweşî bibe epîdemî û bibe gef ser canê xelkê.
Rejîma Îranê ji serhildana wî xelkê bêpar ji jiyaneke bi rûmet ditirse û dizane ku êdî nikare wî xelkî zêdetir tepeserbike.