Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê kartên hûnermendan ji wan distîne

18:16 - 13 Adar 2019

Kurdistanmedia: Îdareya Emakinê ya rejîma Îranê, heya dawiya newrozê, kartên stranbêjên Kurd, ji wan standine.

Îdareya Emakin ya rejîma Îranê li bajarê Kamyaranê, li rêya pêwendiyên telefonî, li gel hûnermendên Kurd yên wê bajarî, ji wan daxwazkirine, da ku kartên xwe yên hûnermendbûnê radestê vê navendê bikin.

Li gorî çavkaniyeke agehdar, îdareya Emakina bajarê Kamyaranê hewl daye, bo pêşîgirtin li beşdarîkirina hûnermendan li rêûresma newrozê d kartên wan verbigire.

Herwisa vê çavkaniye gotiye, îdareya Emakinê ji hûnermendan re ragehandiye, ku kartên xwe bo heya dawiya rêûresma newrozê radestê wê navenda hikûmetî bikin, û di wê heyamê de jî, nabe beşdariya rêûresmên newrozê bibin.

Herwisa îdareya Emakin ji wan re daye zelalkirin, ku hekî beşdarê rêûresmên newrozê bibin, wê li gorî yasayî li gel wan reftar bê kirin.

Her di vê derheqê de, şêvra gundê “Palingan” bi sedema givaşên îdareya îtila`ata bajarê Kamyaranê, bi belavkirina daxuyaniyekê, rêûresma cejna newroz a “Palingan”ê helveşandin.

Navenda Hevkariyê ya Partiyên Kurdistana Îranê, bi boneya hatina sersala nû û newrozê di Kurdistanê de, kempêyînek bi navê “Newroz Govenda Azadiyî ye” lidarxistiye, û navendên îtila`atê li dijî wê kempêyînê, bi desteserkirina bêsînor a xelkê, dixwazin tirs û dilnigeraniyekê di nav xelkê de çê bikin.