Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê kedkarên Ereb ji Vîzegeha Zirganê derxistin

11:56 - 29 Çirriya paşîn 2020

Rejîma Îranê bi awayekî sîstematîk kedkarên xwecihî yên Vizegeha “Zirgan”ê li parêzgeha “Xûzistan”ê li ser kar derxistine û kesên girêdayê xwe bi cihê wan danîne.

Roja Şemî 28ê Çirriya Paşîn, bi fermana Spha Pasdaran a terorîst, nêzî 70 kedkar ku bi tewawî “Ereb” in ji Vizegeha “Zirgan” a bajarê “Ehwaz”ê yê girêdayê parêzgeha “Xûzistan”ê li ser kar derxistin û bi cihên wan kesên biyanî danîne.

Vizegeha “Zirgan”ê di 9 kîlometriya rêya “Ehwaz-Mescid Silêman”ê de li tenîşt çemê “Karûn”ê hatiye avakirin.

Rejîma Îranê dijatiya xwe digel xelkê Ereb li Îranê de bi rohnî daye xuya û wan wek dujminê xwe dibîne û di serkuta wan de bi awayekî hovane li sala 1398an bi çekên giran û bi regbaran bersiva wî xelkî dabû, lê ji aliyekî din ve bona alozkirina jiyana xelkê Ereb li derveyê Îranê pereyekî zêde xerc dike û xwe bi dost û birayên wan yê Olî dide xuya.

Herwisa rejîma Îranê bona dujminayetî digel netewa Ereb perê xelkê bo girûpên terorîstî yên welatên Erebî dişîne ku welatên wan aloztir û kaviltir bike.