Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê kêmendamên şerê di navbera Îran û Îraqê de jî binçav dike

12:30 - 16 Hezîran 2022

Kêmendamên şerê di navbera Îran û Îraqê, li derheq paremayîna heqdestê xwe û pêranegihîştinên rejîmê rijiyane ser şeqaman û nerazîbûna xwe anîne ziman, lê çend kes ji wan ji aliyên hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

Hevwelatiyên Îranê ku di şer û pevçûnên Îran û Îraqê de hatine kêmendamkirin, ji ber pêranegihîştinên rejîmê û nedana heqdest û dabînnekirina daxwaziyên wan ji aliyê rejîmê ve, rijiyane ser şeqaman û nerazîbûn anîne ziman, lê rejîma serkutkar û dije mirov hejmarek ji kêmendamên nerazî binçav kirin.

Rejîma Îslamî ya Îranê, hevwelatiyên ku ji bo wê berjiwendiyên wê rejîmê kêmendam bûne, piştguh avêtine û heqdest û hewecehiyên jiyana wan dabîn nake, û wan jî bona dabînkirina daxwazkariyên xwe kombûnên nerazîbûnê lidar xistin, lê hêzên serkeutker yên rejîmê bi awayek tundûtîjî li dijî wan derkevtin.

Ji ber bilindbûna nirxan û nedana heqdestên wezîfedarên rejîmê û dijwarbûna rewşa jiyanê li Îranê, mamoste û bazarî, kedkarên karxaneyan û ji qatên din ên civatgehê, her roj li seranserê bajarên Îranê têne ser şeqaman û kombûnên nerazîbûnê lidar dixin.