Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê ketina xwarê a balafira rêwiyê kişande stuyê xwe

11:41 - 11 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê piştî çend rojan, di dawiyê de ketina xwarê a balafira rêwiyan a Ukraynê kişande stuyê xwe.

Serdar Selamî fermanê Spaha Pasdaran a terorîst: Axaftinên dawiyê dê destpêkê bikim emê bi awayekî tûnd tolêhildin.

Demjimêran piştî vê gefê, 176 hêvî di nav esman de hatine şewitandin bi awayekî dijwar, micid û tewavker.

Dehan lêkoler, pispor, zarok û kesên din di tolhildan gefên Spaha Pasdaran a terorîst de bo hertimî hêviyên xwe di esman de bi cih hêlan.

Balafira Boîng (Boeing) 737, ku yek ji ewletirîn balafira kompaniya Boînk a welatê Amerîkayê ye.

Di sibêdeha roja Çarşemî, 18`ê Befranbarê de, nûçeya ketina xwarê a balafira rêwiyan di Îranê de bo manşêta hemû Nûçegihaniyekî cîhanê.

Balafireke Ukraynî a bi navê Boîng (Boeing) 737, ku ewletirîn balafirên cîhanê bû bi 176 rêwiyan ve kete xwarê û kesek jî zîndî der neçû.

Lê rejîma Îranê ketina xwarê a wê balafirê bi pirsgirêka teknîkî dida zanîn.

Her di vê şevê de rejîma Îranê ji bo tolhildana Qasim Silêmanî yê terorîst binkeyên Amerîkayê di Îraq û herêma Kurdistanê de kirine armancê mûşekên xwe.

Di gelek malper û mediyayan de ku yek ji wan malpera “Kurdistanmedia” bû piştrast dikirin ku ev balefira rêwiyan ji aliyê mûşekên rejîma Îranê ve hatiye xistin.

Lê berpirsên rejîma Îranê bi tu awayekî ev yeka nedikişande stuyê xwe û ev nûçene bi tohmet lêdan didane zanîn.

Piştî ku Serokwezîrê Kanadayê Castîn Tirodû (Justin Trudeau) û çend senatorên Amerîkayê dane zanî ku rejîma Îranê ew balefire xistiye, êdî gelek belgeyên din jî hebûn ku ew yeke piştrast dikirin.

Lê rejîma Îranê roja Şemî 21`ê Befranbarê, bi bê şermane li derheq ketina balafira rêwiyan a Ukraynê li Tehranê, daxuyaniyek belav kir û ragihand ku ew balafire bi şaşî hatiye xistin.

Herwisa Serkomarê rejîma Îranê, Hesen Rûhanî jî li ser hesaba xwe ya Twîtterê nivîsî, “lêkolînên hêzên çekdarî gihiştine wê encamê ku, mixabin şaşiyeke mirovî bûye sedema têkbirina balafira Ukraynî û canjidestana 176 kesên bêtawan.”

Karbidetên rejîma Îranê wekî hertimî Amerîkayê sebebkarê wê kiriyarê didine zanîn.

Lê rejîma Îranê berpirsiyarê wê tirajêdiyê ye û sedan mînakên din ên wiha hene ku derdixe rejîma Îranê terorîste.