Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê kevtiye lahiyan ku Amerîka digel de danûstandinê bike

11:19 - 26 Kanûna Paşîn 2022

Îbrahîm Reîsî ku sala derbas bûyî heçî rêkevtin û danûstandinekî Îranê digel Amerîka bi şaşiyekî mezin û îxanet dizanî, çira keska xwe bo teslîm bûna li hember Amerîka û danûstandinê hil kir.

Roja 25ê Kanûna Paşîn a 2022an, Îbrahîm Reîsî serkomarê rejîma Îslamî, ragihand ku me heya niha digel Amerîka danûstandin çinebûye, lê em radigehînin ku hekî dorpêç li ser me bêne hilgirtin, egera heçî cure  rêkevtina me digel Amerîka heye.

Reîsî di demekê de rê xweş dike bo danûstandina rastewxw digel Amerîka, roja derbasbûyî Lîz Tras wezîra derweye Birîtaniya haydarî dabû ku hekî rûniştina bercamê bê encam bimîne, emê rêkên dinê bona pêşî girtina Îranê bo geheştina bi bomba Navokî, bigirne pêşya xwe.

Reîsî û banda grêdayî bi Xamineyî, sala derbas bûyî Hesen Rûhanî û kabîna wî bi îxanetkar didane nasandin, ku li hember amerîka de nermiyê nîşan dide, lê niha bi fermana Xamineyî lahiya ji Rûsiyê û Çînê dike ku belkî naybençîtiyê bikin, belkî bikarin Amerîka razî bikin ku digel rejîmê danûstandina rastewxwe bike.

Her di wê derheqê de berdevkê wezareta derwe ye Amerîka ragihand ku: Me hewcehî bi danûstandina bi Îranê re heye.