Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê Kurdistanê zêdetir milîtarîze dike

16:48 - 21 Gulan 2020

Rejîma Îranê mûşek û çekên giran kêşandine bo padiganekî bajarê Pîranşehrê .

Rejîma Îranê, ewa heyameke cehdê dike ku, piraniya binke û paygahên xwe yên berê, nûjen bike û çek û hêzên nû bo wan dişîne û têde dadinê.

Roja Duşemî, 18`ê Gulanê, rejîma Îranê bi 27 maşinên giran û taybet, mûşek û çekên giran bo padigana “Celdiyan”ê li bajarê “Pîranşar”ê, weguhastiye.

Herwisa, rejîma Îranê maweyekî berî niha, li piraniya bajarên Kurdistanê, paygahên xwe nûjen kirine.

Ji aliyeke din ve jî, hêzên xwe li ser sînoran û gundên sînorî digerîne û dixwaze xof li nawa xelkê de peyda bibe.